Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Anketa Edison Research: 70 ji Sedê Hilbijêran Berî Îlonê Rengên Dengên Xwe Dîyar Kirine


Kompanîya anketan Edison Research encamên rapirsîna ser hilbijêrên Amerîkî yên deng dane eşkere kir.

Li gor anketê ji her 10 hilbijêran 2 hilbijêran gotiye ku pandemîya vîrusa korona, 3 hilbijêran jî gotiye ku aborîya welêt li dengdana wî bandor kiriye.

50 ji sedê hilbijêran dane zanîn ku kontrolkirina vîrusa korona her çiqas zararê bide aborîyê jî girîngtir e.

Bi qasî 40 ji sedê hilbijêran dîyar kirine ku hewildanên bo kontrolkirina vîrusa korona ‘’pir xirab’’ in.

Ji her 10 hilbijêran 2’yan daye zanîn ku jîyanên nifşên siberojê dê ji yên îro xirabtir be û 5’an jî dîyar kiriye ku ewê rêwişa wan baştir be.

Dîsa ji her 10 hilbijêran 7’an gotiye wan berî meha Îlonê biryar daye ku dengê xwe bidin kîjan berbijarî.

Bi qasî 90 ji sêdê hilbijêran gotine ku ew bawer dikin ku eyaletên ew lê ne hejmaran bi awayekî rast bihêjmêrin.

XS
SM
MD
LG