Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Billo: Binpêkirina Mafên Mirovan li Efrînê Dom Dikin


Ji berî du salan ve çekdarên rikeberiya Sûrî bi piştevaniya artêşa Tirkiyê êrîşî bajarê Efrînê û gundewarên wê kirin û bi tevahî xistin jêrî destê xwe û ji ber vê bûyerê bi hezaran niştecihên wê bûne penaber û pinpêkirina mafên mirovan berdewam dibe li dijî xelkên sivîl li gorî rêxistinên mafên mirovan.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Mihemed Billo re kir, da ku rewşa heyî li Efrînê bîne ber çavan û wekî din jî bandora ev şerê dawî li parêzgeha Idilbê li ser Efrînê şîrove bike.

Rojnamevan Billo dibêje : "Ta roja îro binpêkirina mafên mirovan li Efrînê berdewam dibe û çekdarên rikeberiya Sûrî destdirêjî û nerêziyê li xelkê sivîl li Efrînê dikin û bi pilan mal û milkê xelkê didizin."

Li ser bandora şerê ku li parêzgeha Idilbê dibe, wî got ku bi pilan rikeberiya Sûrî bi alîkariya hikûmeta Tirkiyê, berê penaberên wê herêmê bi alî Efrînê ve vedikin û wan li gundewarên wê bicih dikin, da ku rêjeya Ereban li wir zêde bikin bo guhertina demografî ya Efrînê.

Hevpeyvîna Mihemed Billo-1-25-2020-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:27 0:00


XS
SM
MD
LG