Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de Herî Kêm 8 Kes li Efrînê Hatine Kuştin


Di peqîna bombeyeke nav otomobîlekê de herî kêm 8 kes îro Pêncşemê li Efrîna bin kontrola Tirkîyê hatine kuştin.

Jêderên xwecîhî ji Reutersê re ragihand ku di peqînê de herwiha herî kêm 30 kesên din jî birîndar bûn.

Vîdyoyên ku di medya civakî de hatine weşandin, nîşan dan ku zareke mezin li bazara bajêr qewimîye û dûyên sitûr li esmanê bilind dibin.

Bajarê Efrînê ku rûniştvanên wê Kurd in, di encama operasyona artlşa Tirk de di Adara 2018’an de katibû destê Tirkîyê û bi deh hezaran Kurd neçar mabûn ku warên xwe bihêlin û bibin penaber.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG