Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de bi Dehan Kuştî û Birîndar li Efrînê Hene


Explosion in the city center of Kurdish city of Afrin in NE Syria

Îro peqîneke dijwar li navenda bajarê Efrînê qewimî ku dinencmê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Bûyera ku li ser rêya Reco ku rêya sereke ye li bajarê Efînê, jiber peqîna tankeke sotemenîyê pêk hatîye, ku li gor agahîyên destpêkê hejmara kuştîyên peqînê giheştiye 35 kesan û birîndar ji 40 kesan pirtir in.

Jêderekî ji hindurê Efrînê ji VOA re ragihand ku tîmên agirkujîyê û ambulans li cîhê peqînê kom bûne û nayê zanîn ku qurbanî Kurdên xwecîhî ne, yan Ereb û Tirkmenên bicîhkirî ne.

“Zarareke mezin giheştîye gelek makîneyan û şewat bi bazara gelêrî ketiye ku li ser rêya Reco anku cîhê peqînê ye. Dibe ku hejmara kuştîyan bilindtir bibe, çimkî peqîn pir dijwar bû û hîn jî rewşa birîndaran xeter e,” wî jêderî dîyar kir.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku rewşa ewlekarîyê li Efrînê ji hev ketiye, ku gelek caran şer û pevçûn di navbera komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve derdikeve, ku pirtir ji 50 komên çekdar li herêmê hene.

Her di vê derbarê de çalakvanên Kurd dest nîşan dikin ku komên çekdar jiber nakokîyên li ser dizîn û desteserkirina xanî û arazîyên gelê herêmê yê resen peqînan pêk tînin yan jî mayînan diçînin, ku dixwazin Kurdên li herêmê mane jî koçber bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:30 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG