Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Sisêyan ya Koçberkirina Gelê Efrînê li Reqa Hate Bîranîn


Bi boneya salvegera sêyan ya destdanîna kontrolkirina Efrînê ji alîyê Tirkîyê û grubên Sûrî yên çekdar ve, Partîya Sûrî ya Pêşerojê li Reqa civînek li dar xist.

Kombûn di bin duruşmeya "Bi Rihê Berxwedana Serdemê, Emê Dagirkerîyê Bi Dawî Bikin û Efrînê Rizgar Bikin" jibo bîranîna êşa gelê Efrînê hat lidarxistin.

Di civînê de rêvebirên payebilind yên Rêvebirîya Xweser, Hêzên Sûrîya Demokratîk û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn.

Şîraz Hemo ji Dengê Amerîka re got ku ji roja ketina Efrînê heta niha di bin desthilatdarîya Tirkîyê de guhertineke demografîk û plankirî tê meşandin.

“Bê çareserkirina pirsgirêka Efrînê û vegerandina gelê wê, alozîya Sûrîyê nê çareser kirin,” Hemo bi berdewamî got.

Di hilcivînê de gelek zanyarî li ser kiryarên li Efrînê ji alîyê grubên çekdar hatine zelal kirin, ku Tirkîyê bi vekirina dibistan û xwendina zimanê Tirkî, li pêş bêdengîya civaka navnetewî, dixwaze nasnameya Efrînê biguherîne.

Li gor raporên rêxistinên mafê mirovan, ji roja ketina Efrînê dibin destê hikûmeta Tirkîyê û grubên Sûrî yên çekdar, gelek kiryarên xirab yên wek hilweşandina şûnwarên dîrokî û olî, birîna daran û talankirina mal û milkê welatîyên resen li Efrînê tên kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:37 0:00

XS
SM
MD
LG