Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derbiderên Efrînê Hevdîtinên MSDê û Dîmeşqê Çawa Dibînin?


Çend kes ji koçberên Efrînê nêrînên xwe li ser danûstendinên MSD"ê bi Dîmeşqê re vedibêjin
Çend kes ji koçberên Efrînê nêrînên xwe li ser danûstendinên MSD"ê bi Dîmeşqê re vedibêjin

Hefteya borî şandeke Meclîsa Sûrîya Demokratîk MSD'ê serdana Dîmeşqa paytext kir bû, bi armanca darxistina dîyalogê bi hikumeta Sûrî re.

Dor van hevdîtinan û ka dê çawa bi encam bibin, hin derbiderên Efrînê yên li Herêma Şehba nêrîn û helwesta xwe ji me re vegotin.

Welatîyê bi navê Osman Nûrî dibêje ev gav dereng maye, ku girîng e Sûrî li hev rûnin û pirsgirêkên welêt nîqaş bikin û wiha hêvîyên xwe tîne ziman: “Em ji vê dîyalogê razî ne, û pêşwazîya wê dikin, divê hemû alî li hev rûnin û bighînin çareserîyek hevbeş”

“Hemû pêkhate divê cihê xwe dor masê bigrin, Kurd, Ereb, Xiristiyan… hwd, da ku gelên Sûrî pêkve bi aştî bijîn”, Nûrî dibîje.

Ji alîyê xwe ve Esaed Menan dibîne ku, ev hevdîtin erênî ne û di demeke hestîyer de pêktên, û jibo serketina wan wiha hizir dike: “Divê rejîma Sûrî dev ji hişmendîya xwe ya tekalî û desthilatdar berde, û hevparan qebûl bike”.

Herwiha Bêrîvan Cemîl piştgirîya vê gavê dike, û dibêje ku Sûrîyeke nenavendî çareserî ye jibo alozîya Sûrîyê, û wiha ddiomîne“Em piştgirîyê didin van hevdîtinan, bi armanca destxistina mefê xwe wek gelê Kurd di hindur Sûrîyê de”.

Herwiha Efrînîyê bi navê Mihemed Şêxo hêvî dike ev danûstandin rê li ber aştîyê veke û wiha helwesta xwe parve dike: “Piştî 7 salan ji şer omîda me rijandina xwînê bisekine, û ev lihevkirin rê li hember vegera me jibo Efrînê vedike”.

Nedijda Reşîd jî, di wê bawerîyê de ye ku lihevkirina MSDê û Hikumeta Sûrî dê rê li ber destwerdanên derve bigire, û jibo parastina axa Sûrîyê ji parçebûnê. Reşîd nêrîna xwe bi vî rengî dibêje: “Tişekî erênî ye mafê gelê Kurd û hemû kemîneyan were misoger kirin, em bi hêvî ne bibe delîveyek jibo paşeroja Sûrîyê”.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekê ye danûstaninên rasterast û fermî di navbera MSDê û hikumeta Sûrî de li dar dikevin, ev gav piştî vexwendina hikumetê ji MSDê re tê, ku ew sîwana sîyasî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk e.

Raporta Newroz Reşo 31.07.2018 Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:02 0:00

XS
SM
MD
LG