Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Cîhanî Ya Penaberan de Derbiderên Efrînî Doza Vegerê Dikin


Derbiderên Efrînî di Roja di Roja Cîhanî ya penaberan de li Şehba -Efrîn - Sûriye
Derbiderên Efrînî di Roja di Roja Cîhanî ya penaberan de li Şehba -Efrîn - Sûriye

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê di Roja Cîhanî ya Penaberan de ku rêkeftî 20ê Hezîranê ye, daxuyanîyek da raya giştî.

Di daxuyanîyê de behsa rewşa derbiderên Efrînê hatekirin, ku ji ber êrîşa Tirkîyê û çekdarên girêdayî wê ji cih û warên xwe hatine koçber kirin.

Li dor mijara koçberkirina Efrînîyan parêzer Cibrayîl Mustefa dibêje ku ji destpêkê de armanca Tirkîyê guhertina demografîya Efrînê bû daku mîsaqa millî pêk bîne.

“Di qonaxa yekê de Tirkiyê bi êrşa ser Efrînê 350 hezar gelê herêmê koçber kir, niha jî dixweze wan ji herêma Şehba jî bide koçber kirin, daku dosya derbideran bigre”, Mustefa got.

Wî helwesta rejîma Sûrî jî rexne kir: “Hikûmeta Sûrî herwiha Rûsya li hember koçberkirina Efrîrîyan û kiryarên ku di hindur Efrînê de dibin bêdeng in, tevî ku hemû raportên hiqûqî binpêkirin belge kirine jî”.

Her di daxuyanîyê de hate gotin ku pirtir ji 100 hezar derbiderên Efrînê li kamp û gundên kavilkirî yên herêma Şehba dijîn û bi qasî wan jî koçberî bajarê Helebê bûne.

Parêzer Cibrayîl Mustefa-Efrîn - Sûriye
Parêzer Cibrayîl Mustefa-Efrîn - Sûriye

Daxuyanîyê eşkere kir ku alîkarî û hawarçûn pir kêm dighîne derbiderên Efrînê, çimkî herêm dorpêçkirî ye û rejîma Sûrî astengîyan derdixe pêş.

Dor rewşa mirovî ya derbideran hevseroka mecîlsa herêma Efrînê Zelûx Bekir axivî.

Wê da zanîn ku şênîyên li kampan dijîn bi zor û zehmetîyan re rûbirû ne, çimkî rejîm rê nade alîkarî bighên derbideran, herwiha sûtemenî û derman kêm derbaz dibe.

Bekir bi berdewamî wiha got: “Bangewazîya me jibo sazîyên mirovî û hawarçûnê bi erkên xwe rabin jibo alîkarîya derbiderên Efrînî, bila fişarê li rejîma Sûrî bikin dorpêça li ser herêmê rake”.

Di dawîya de daxuyanîyê bang li Komîseriya bilind a karûbarên koçberan û rêxistinên mafên mirovan kir, daku li ser rewşa kamp û derbiderên Efrînê bisekinin.

Herwiha hat xwestin ku vegera koçberan bi parastinek navnetewî jibo herêmên xwe misoger bikin.

Raporata Efrîn 20 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG