Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakîyek Jibo Zarokên Penaberên Efrînê


Çalakiya hunerî bo Zarokên Efrinê Yên Koçber di Rojên Cejna Remezanê de
Çalakiya hunerî bo Zarokên Efrinê Yên Koçber di Rojên Cejna Remezanê de

Bi bûneya cejna Remezanê rêxistina "Kevana Zêrîn" ya çand û hunerê çalakîyek hunerî ji zarokên Efrînê yên li kampên penabertîyê li herêma Şehba dimînin li dar xist.

Çalakîya hunerî bi armanca dûrxistina zarokan ji bîranînên şer û rewşa kambax ya derbiderbûnê, herwiha xistina şahîyê di dilê wan de pêk hat.

Endama rêvebirîya Kevana Zêrîn Fatima Ebdo li dor çalakîyê axifî û got: “Me xwest moralan bidin zarokên xwe, ta wan ji rewşa şer dûrxînin û wan kêfxweş bikin, herwiha di projeya me de heye hin çalakîyên din jî pêk bînin”.

Di çalakîyê de, mûzîk, stran, govend û şano hatin pêşandan, û rastî têkilîyeke mezin ji alîyê zarokên penaber ve hatin, ku bi coş tevlî bûn û kêfxweşîya xwe anîn ziman û xwestin demeke nêz de dîsa vegein herêma xwe Efrînê.

Hêjayî gotinê ye ku bi deh hezaran zarokên Efrînê tevî malbatên xwe li herêmê Şehba bi cih bûne, ku piştî desteserkirina Tirkîyê û komên îslamî ve ew neçarî koçberîyê ji Efrînê bûbûn.

Newroz Reşo 17.06.2018 Efrin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:17 0:00

XS
SM
MD
LG