Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Efrînê Peqîn, Girtin û Revandina Sivîlan Berdewam Dikin


Peqîneke li navenda bajarê Efrînê (Arşîv)
Peqîneke li navenda bajarê Efrînê (Arşîv)

Tevlihevî û ji hevketina rewşa ewlehîyê li herêma Efrînê didome û îro danê sibê peqîneke tund li hindurê bajarê Efrînê rû da.

Li gor jêderên xwecihî, peqîn bi makîneyeke bombebarkirî ya ser rêya Raco, ku rêya serekî ya li navenda bajêr e, pêk hatiye.

Di peqînê de 2 kes hatine kuştin û 25 jî birîndar bûne. Kes peqîn ranekiriye ser xwe û nehatiye zanîn ku qurbanî Kurd in yan kesên din in.

Dîsa, îro 2 topên hawanê di heman dema paqînê de li taxa Efrîna Kevin ketin û di encamê de niştecîkirîyekî Ereb ji Gutaya Şamê hat kuştin, 3 kes birîndar bûn û zarareke mezin gihişte mal û xanîyan.

Her di çarçoveya ji hevketina rewşa ewlehîyê de li Efrînê, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrîyê (VDCNSY) ragihand ku kirinên revandin û girtina sivîlên Kurd li Efrînê didome.

Bûyera herî dawî ku navendê belge kiriye, girtina 9 sivîlên Efrînî yên li gundê Dêr Belûtê ji alîyê koma çekdar ya bi navê “Feyleq El-Şam” ve bû.

Navendê bi raporteke nivîskî eşkere kir ku ji destpêka meha Îlonê de wan kanîbû 48 bûyerên girtin û revandinê li Efrîn û 7 nahîyên wê belge bikin.

Di raportê de bal tê kişandin ku li gundê Kefr Sefrê yê Cindirêse 19 kes hatine girtin ku 3 ji wan jin in.

Hin jêderan derheqa bûyera Kefr Sefrê ji Dengê Amerîka re got ku çekdarên koma bi navê “Semerqend” xwestiye Efrînîyê bi navê Ebdulrehman Birîmce, bi nasnav Bavê Helebce êşkence bikin û sivikatî pê kirineê

"Lê gundîyan nerazîbûn nîşan dane, loma çekdaran êrîşî wan kiriye û qedexeya hatin û çûnê li gund ferz kirine, dû re bi ser malan de girtine."

Herwiha di roja 9'ê Îlonê de hate ragihandin ku Efrînîyê bi navê Hemadê Husên ji gundê Bilîlko yê Raco di bin êşkenceyê de jîyana xwe ji dest daye.

Hemadê berî 20 roja ji alîyê çekdarên “Polîsa Leşkerî” ve, bi bihaneya ku wî ligel Rêvebirîya Xweser kar dikir, hatibû girtin.​

Ew kiryar piştî çend rojan hat ku çekdaran li her du welatîyên teman mezin Mihyedîn Oso û hevjîna wî Horîyê Dîko xistibûn û mala wan talan kiribûn.

Mihyedîn yê 77 salî yekser hatibû kuştin û Horîyê ya 75 salî jî bi giranî birîndar bûbû û dû re jiber birînên giran jîyana xwe ji dest dabû.

NR_09_13_2019_Efrîn_Rewşa_Giştî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:29 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG