Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komên Çekdar Îsal jî Dest Datînin Ser Mewsima Zeytûnên Efrînê


Komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve îsal jî weke sê salên borî dest danîne ser berhema zeytûnan li herêma Efrînê.

Çavkanyên ji hindurê Efrînê ragihandin ku çekdar û malbatên wan ve zeytûnên gelê Efrînê yên hatine koçber kirin, desteser dikin û nahêlin xizmên wan li şûna wan zeytûnan berhev bikin.

Hevserokê Yekîtîya Parêzerên Efrînê Cibrayîl Mustefa dîyar kir ku komên çekdar bi rêbazên cuda dest davêjin ser berhema zeytûnan û ti kes pêşîya wan nagire.

Wî got ku her komeke çekdar li gor xwe sîstemek danîye ku bacan ji gel bistîne.

“Li givaşgehên zeytê çekdar bacê bi qasî % 5-10 digirin, meclîsên wan yên xwecîhî jî bacek din distînin, li her gundekî jî bac ji gel tê birin û gava ku berhemên xwe bifroşin jî li ser rê bac tê sitandin, herwiha li gund bi giştî jî bac bi miqdarek zeyt bi sedan teneke tên birin”.

Mustefa eşkere kir ku zeytûnên wî û birayên wî ve jî hatine desteser kirin. “Çekdaran dest danîne ser 8 hezar dar zeytûnên men û pir darên me qut kirine. Bi giştî li Efrînê pirtir ji nîv mîlyon dar zeytûn û mêwe hatine birîn yan şewitandin.”

Mustefa da zanîn ku destdanîna zeytûnan di bin çavdêrîya serdestên Tirkîyê de tê kirin û berhema herêmê bi destê bazirganên Tirk derbazî Tirkîyê dibe.

“Ev kiryar bi awayekî sîstemetîk ji alîyê Tirkîyê ve tê kirin. Gava Tirkan derîyê sînor li gundê Hemamê vekir, armanca wan derbazkirina zeyta Efrînê bû, ku piştre weke berhemên Tirkî li bazarên Ewrupî û Amerîkî têne firotin”.

Wî got ku dahata vê zeyt û zeytûnên destdanî di fînansekirina komên çekdar de tê xebitandin.

“Tirkîyê van komên çekdar weke çete bi kar tine û kiryarên derveyî qanûnê bi wan dide kirin.”

Hêjayî bi bîr xisitnê ye ku 18 mîlyon darên zeytûn li herêma Efrînê hene û ew jêdera serekî ya dabara jîyana gelê wê herême ye.

Lê, piştî destdanîna Tirkîyê li ser herêmê di sala 2018'an de, Efrînîyên ku bi dehan salan ew dar çandibûn sala çaran ya serhev e ku nikanin mewsima darên xwe top bikin.

NR_11_15_Destdanîna_Mewsima_Zeytnûnan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG