Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîna Mayînekê 4 Zarokên Efrînî Bûne Qurbanî


Efrînîyên ji ber êrîşa Tirkîyê û çekdarên îslamî li ser herêma wan koçberî herêma Şehba bûne hîn bi çekan, bermahîyên şer û mirinê re rû bi rû ne.

Herî dawî, 4 zarokên penaber bûne qurbanîya peqîna mayînekê, zarokekî jîyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

Endamê Heyva Sor ya Kurd Roj Gulko dor bûyerê ji me re axivî: “Li gundê Ehdas mayîn bi çar zarokan de peqîya, yekî jiyana xwe ji dest da û sisê jî di cihên cuda di laşê de birîndar in û rewşa wan xeterî derbaz kiriye”.

“Em di rewşeke kambax de dijîn û tu kes li me napirse” bi vê hevokê dayîka du zarokên birîndar Dilşan Îbiş rewşa xwe ji Dengê Amerîka re şîrove dike.

Îbiş got ku herdu zarokên wê û du hevalên wan jibo berhevkirina hej û êzingan derketibûn nava zevîyan dema wê dengê peqînê bihîst û wiha didomîne.

“Ji ber nebûna sûtemenîyêm em neçar in êzingan jibo germkirinê bikar bînin, zarokên min û cîrana çûn êzingan berhev bikin, dema dengê peqînê hat wê çaxê min hîs kir tiştek bi zarokên min hatiye”.

Dor peqîna mayîn û bermahîyên şer li Şehba Roj Gulko got ku tevî hemû bangewazîyên wan ji alîyên têkildar re lê herêm hîn nehatiye paqij kirin, loma ew hewl didin penaberan dor xeterîya mayînan hişyar bikin.

Gulko dor hejmara qurbanîyên peqînan ev dane bi me re parve kirin: “Ta niha 58 mayîn bi penaberên Efrînê de peqîyane, jê 20an jîyana xwe ji dest dane û 38 birîndar inm helbet di nav wan de jin û zarok jî hene”.

Hêjayî bi bîrxisitnê ye ku herêma Şehba demkê ketibû dest komên çekdar, û piştre DAIŞê ew kontrol kirbû, li herêmê şerên dijwar rûdabên, hatibû bombebaran kirin, û mayîn lê hatibûn çandin.

Di 2016an de YPG û Ceyş El-Siwar herêm rizgar kirbûn, û ji sala par de bi deh hezaran gelê Efrînê lê bûne penaber.

please wait
Embed
NR
by VOA

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG