Lînkên eksesibilîtî

Artêşa Tirk Gundên Herêma Efrîn'ê Topbaran Dike


Efrin

Nûçeginaê pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li bakurê Sûriyê ragihand ku, ji dema sibê de artêşa Tirk gundên herêma Efrînê bi çekên giran topbaran dike.

Li gorî agahiyan topbaran li dij gundê Ferfûr, Qerebaba û Heşrika li Raco pêkhatine. Çavkaniyan da zanîn ku YPG ji aliyê xwe ve bersîva topbaranê bi çekên giran dide û hin xalên leşkerî yên artêşa Tirk topbaran dike.

Li aliyek din ajansa Hawarnews "ANHA" ya nêzîkî YPG'ê dide zanîn ku, artêşa Tirk dest bi toparana hind gundên herêma ŞŞahbayê kirine ku hevsînorin li gel herêma Efrînê, weke çavkanî dibêje topbaranê ziyanek mezin gihandîye malên xwecih û sivîlên li gundewarên Şahbayê.

XS
SM
MD
LG