Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navenda Bajarê Efrînê Bo Armanca 5 Gulehawenan


El-Nusra bi Tophawenan Êrîşî Efrin dike
El-Nusra bi Tophawenan Êrîşî Efrin dike

Roja Dûşemê 28.12an, di Seat çarî danê êvarî de, taxên Eşrefiyê, pêşesazî û nêzî pira kevin li Efrînê bo armanca gulehawenan, dûman ji van taxan rabû, otombîlên embulansan birîndar rakirin nexûşxanan, rewşek ne çaverêkirî li navenda bajar peyda bû.

Li gorî jêderên ji nexewşxaneya hatin, bi tenê du birîndar hene, birîna wan ji sivike.

Tê gotin ku bombe ji aliyê rojava, ji Ezazê ve hatin avêtin.

Tê zanîn ku doh gundê Keştarê û Malîkiyê ji aliyê Ceyşul Siwar ve hatin desteserkirin, û şer heya niha di navbera Ceyşul Siwar ji alekî û ji alyê din, Cebhet El-Nusre û Ehrar Elşem de berdewame.

Hêjayî gotinê ye ku, rewşek ne asayî li Efrînê tê dîtin, û di mizgeftan de hat bankirin ku kes ji malên xwe dernekeve.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:58 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG