Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanên Efrînê: Gorên Komî li Nizîk Frîngeha Minix Tên Dîtin


Piştî Frîngeha Minix ya leşekerî ji aliyê Hêzên hevbeş yên Efrînê hat rizgarkirin, gorên komî li nizîk frîngehê hatin dîtin, yek ji wan goran hatiye kolan, çendîn term têde hebûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku, ji şervanên YPG û hind hêzên din pêktê, tevî şervanên Ceyiş El-siwar, doh gihane frîngeha Minix.

Emîne Misto nûçegihana pişka kurdî ya Dengê Amerîka li herêma Efrînê roja Înê 12.02 giha Frîngehê, ji wir wêne û Videyoya yek ji wan gorên Komî hinartin, li gur wêne û vîdyoyê tê xweyakirin ku, ew gor ne gelek kevine, di demek nizîk de qurbaniyên di gurê de hatine kuştin û bin ax kirin.

Şervanan daye zanîn dema ew gihane wê herêmê pêşiyê bînek nexweş hatiye wan û hind perçên betaniyan hatine dîtine, paşan ew der kolaye û laşên mirovan di wan goran de hatine dîtin, cilên sivîlan di ber wan de bûn, hind termên din ew cil diber wan de bûn yên yên çekdarên El-Nusra û Daişê li xwe dikin.

Herwiha Şervanan gotiye li gondê Elqemiye yê li kêleka Firîngeha leşkerî ya Minix şûnwarên gorên din hatine dîtin, tê texmîn kirin ku, ew gur di kevin bin.

Heya niha ti tîmeke taybet ya pisporên gorên komî ne gihane wê herêmê da ku, dem û rastiya wan gorên komî ragehînin.

Gorên Komî li Fringeha Minix
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:16 0:00

XS
SM
MD
LG