Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrye: Divê Tirkiye Yekser ji Efrîn Û Axa Dagîrkirî Derkeve


Hikûmeta Sûrî daxwazê ji Tirkiyê dike da ku hêzên xwe ji Efrînê vekêşe, daxwaza Sûriyê di wî çaxî de hat, piştî Tirkiyê dest bi ser bajarê Efrîn de girtî û navenda bajêr ji destên şervanên Kurd deranî û alaya xwe li navenda bajêr bilind kirî.

Roja Duşemê wezareta derve ya Sûrî Du name ji Netewên Yekbûyî û Civata Ewlekariya Netwên Yekbûyî re şandine di naman de dibêje"daxûyaniya Tirkiyê ya dest biser de girtina bajarê Efrîn ji aliyê hêzên wê yên dagîrker ve, karekî ne rewaye û li dij bingeh û ramanên peymanên Netewên Yekbûyî û yasya navnetewî ye".

Daxûyaniya wezareta derve ya Amerîka dîsan dibêje "Sûrye li dijî dagîrkirina Efrînê û karên Tirkiyê yên tawankarîye, daxwazê ji hêzên dagîrker dike ku yekser xwe ji axa Sûriyê ya dagîrkirî vekişîne". Weke ajansa Reuters li gûr wezareta derve ya Sûriyê radigihîne.

XS
SM
MD
LG