Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kesatiyên Efrîn û Şehba Gefên Tirkîye Red Dikin


Daxûyaniya Rûspîyên Efrînê Derbarê Gefên Tirkiyê
Daxûyaniya Rûspîyên Efrînê Derbarê Gefên Tirkiyê

Hejmareke rûspîyên êlên Kurd û Ereb yên Kantona Efrînê û Herêma Şehba gefxwarinên Tirkîyê û destwerdana wê di nava axa Sûrîyê de red kirin.

Rûspîyan daxuyanîyek dane çapemenîyê û raya giştî, û gefxwarinên Tirkîyê weke piştgirîya bi DAIŞ'ê re nîşandan, jibo astengkirina pêngava rizgarkirina Reqayê.

Daxuyanîya Rûspîyan tekez kir ku destwerdana Tirkîyê dagîrkerî ye ji axa Sûrîyê re,û ji civaka navneteweyî tê xwestin ku li hember Tirkîyê bê helwest nemîne.

Rûspîyan dîyar kirin ku ew li pişta Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ne, û dê li kêleka wan bin li hember çi êrîşa artêşa Tirk.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku artêşa Tirk di dema borî de liv û tevgera xwe li dora Efrînê zêde kiriye, û êrîşan tîne ser gund û navçeyên Efrîn û Şehba, ku ev yek weke amadekarîya êrîşeke berfireh li ser Efrîn û Şehba tê şîrove kirin.

Daxûyaniya Rûspîyên Efrînê Derbarê Gefên Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:09 0:00

XS
SM
MD
LG