Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asayîşa Efrînê Girtina Trombîleke Mayinkirî û Cebilxane û Kesên Girêdayî Terorê Eşkere Kir


Cegerxwîn Memo

Rêvebirîya Asayîşa Efrînê ragihand ku di kontrolên vê dawîyê de trombîlên bi cebilxane û bombeyan û herwiha bi heşîşê barkirî hatin girtin.

Asayîş radigihîne ku hêzên wê dora 70 kes bi tawanbarîya terorê desteser kirine û piranîya wan ji herêmên di bin kontrola DAIŞ û Nûsra ve hatine herêmê.

Bazara Efrînê ku piranîya xelkê herêmê tê de hazir dibû, Çarşema derbasbûyî jiber rewşa ewlehî, ji alîyê asayîşa Efrînê ve hatibû girtin.

Asayîş bal dikşîne ku piştî tedbîrên ewlehî yên vê dawîyê, gelek otomobîl û kesên girêdayê terorê hatin girtin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00

XS
SM
MD
LG