Piştî mehekê ji dorpêçkirinê, pêwîstîyên welatîyan li çarşîyên Efrînê nayên dîtin. Pêdivîyên jîyanê, keskahî, sotemenî, derman, elektrîk û hin tiştin din, di jîyana welatîyan de hinda bûne û ger hatin dîtin jî, bi buheyeke pir bilind tên firotin.
Rêvebirên kantonê dibêjin, ew nikarin buhayên tiştan kontrol bikin, jiber ku hemû tişt bi qaçaqî û dijwarî derbasî herêmê dibin.
Li gor çavkanîyên ji çarşîyê, bazirgan xencî astengîyan û dorpêçkirinê, li gor dilê xwe xwe pêdivîyên jîyanê û sûtemenîyê buha dikin.
Hêjayî gotinê ye, herêma Efrînê ji berî mehekê de rastî êrîşên dijwar ji alîyê Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam ve tê.
Welatîyên Efrînê jîyaneke bi zehmet derbas dikin û dirêjbûna dorpêçkirinê bandora xwe li ser rojeva welatîyan zêde dike.