Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nêzîkî Efrînê Sê Peqînên Hêzdar Qewimîn


Roja Pêncşemê, 1'ê Cotmehê dora seet 8'ê êvarê dengê sê peqînên xurt navçeya Cîndiresê û heya Efrînê hejand. Li gor çavkaniyên herêmî, dengê firokan berî dengê peqînan hat.

​Welatiyekî ji Cindirêsê bi navê Behzad Efrînî got, firokek ji rojavayê Cîndirêsê xiya bû, piştra ronîya peqînê û dengê wê li nêzi bajarê Darazê hat dîtin û guhdar kirin.

Li gor Fermandarîya Yekîniyên Parastina Gel (YPG) firoka şerk gundê Selwa ya nezî Qîlê û herwiha çeperê Cebhet el Nusra li Şêx Kerês armanc kir.

Berdevkê Yekînîyên Parastina Jin (YPJ) li Cîndirêsê Heval Berîtan ji Dengê Amerîka re got ku hêzên wan li nêzî gundê Qîlê ew agahdarkirin ku balafireke ku wek Rûsî xuya dikir, li gundê Selwa ya nêzî Efrînê armanc kir.

Hêjayî balkişandinê ye ku herêmên dora Efrînê, bajarokê Etme ye giredayî parêzgeha Îdlibê, heya bajarê Ezazê, yê girêdayî parezgeha Helebê, dibin meydanen ser.

Di destpeka şer de tenê firokên rejîmê van deveran bombebaran dikirin, lê berî demeke kin balafirên koalîsyonê jî navendên DAIŞ û Nusra dan ber êrîşên esmanî. Herî dawî jî dîdevan radigihînin ku firokên Rûsî ji esmanên vê herêmê xuya dibin.

XS
SM
MD
LG