Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşên Tirkîyê de 6 Kes Hatin Kuştin, 10'ên Din jî Birîndar Bûn


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di encama êrîşên artêşa Tirkîyê yên ser herêma Efrînê de, 6 endamên Asayîş û Hêza Erka Xweparastinê şeva Çarşemê de hatine kuştin.

SOHR dide zanîn ku 10 kesên din jî di wan êrîşên topî yên artêşa Tirkîyê, li gundê Sorkê de birîndar bûne ku di nav wan de sîvîl jî hene.

SOHR dîyar dike ku reng e hejmara kuştîyan zêde bin, jiber ku rewşa hin birîndaran pir krîtîk e.

XS
SM
MD
LG