Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qutbûna Rêya Efrîn û Ezazê Bandoreke Xirab li Herêma Çîyayê Kurmênc Dike


Bajarê Efrînê
Bajarê Efrînê

Rêya navbera Ezaz û Efrînê ev du roj in ku hatiye girtin, loma jî pêdevîyên jîyanê li ser herêmê qut dibe.

Piştî qutbûna rê, nirxê sotemenîyê (gaz-mazot-benzîn), herwiha pêdevîyên jîyanê li çarşîyên Efrînê du carî buha bûn, gelek pêwîstîyên jîyanê nayên dîtin.

Hevserokê Sazîya Lojistîkê, Şerîfe Mihemed li ser amadekarîya wan jibo kontrolkirina nirxê buheyan û herwiha hewildanên peydakirina tiştên girîng ji welatîyan re ji Dengê Amerîka şîrove kir.

Şerîfe Mihemed
Şerîfe Mihemed

“Jiber ku tim Nusra hewil dide astengîyan li ser gelê Efrînê çêke, em yedekên sûkê peyda dikin, bandora qutkirina rê zêde li ser ard û sotemenîyê heye.

Niha komîteyên çavdêr li bazaran digerin, û nirxê pêdivîyan kontrol dikin.”

Jiber rewşa heyî hemwelatî gilîyên xwe dikin ku nirxê pêdivîyan gelek buha dibin û tenê ew êşa qutkirina rê dibînîn jiber ku bazirgan tiştan buhatir difroşin.

Hêjayî gotinê ye, rêya Ezazê mîna damarê jîyanê ye ji gelê Efrînê re, jiber ku hemû pêdivî ji Tirkîyê û Helebê di Ezazê re derbazî herêma Çîyayê Kurmênc dibin.

Di cara dawî de berî şeş mehan rêya Ezazê hatibû girtin, jîyan welatîyan, her weha hin sazîyên rêveberîya herêmê, bi temamî hatibû rawistandin û kêmtirî mehekê bê elektrîk û bê pêwîstîyên jîyanê derbaz bûn.

EM_11_17_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:39 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG