Piştî danûstandinên dirêj, lihevhatinek navbera Ceyş el-Suwar (Artêşa Şoreşgeran) û Oda Operasyona Mare (Komîta Navçeyên Bakur) hat imza kirin.
Li gor vê peymana nû, wê şerê derdorî Efrînê bê rawistandin û Ceyş el-Suwar tekeve rojhilata Ezazê.
Li gor lihevhatinê, rêya navbera Ezazê û Efrînê tê vekirin û Ceyş el-Suwar tekeve operasyona şerê li dijî DAIŞ li rojhilata Ezazê.
Dîsa, li gor rêkeftinê divê her du alî dîlgirtîyên destê xwe azad bikin.
Li gor fermandarên Ceyş el-Suwar, Ehrar el- Şam li paş oda operasyona Marê ye û ew jiber şerê DAIŞ ketine tengasiyekê, loma dixwazin bi wna re li hev werin.
Tê zanîn ku ev cara sisêyan e ku lihevhatin jibo vekirina rêya Efrînê tên çêkirin, lê tim tên şikandin.
Hêjayî gotinê ye, çend mehên hawildanên cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam jibo ketina nav Efrînê vala derdikevin, jiber wê yekê, şerê dorpêçkirinê didin meşandin û rêyên derdora Efrînê digirin, hatin-çûna hemwelatiyan qedexe dikin.