Li seranser Efrînê herwiha li navenda bajêr, welatî li kolanan û pêşîya sazîyên rêvebirîyê, li ser ruhê pekrewanên Helebçe, pênc deqe bê deng sekinîn.
Piştra kesên axifîne komkujîya ser Kurdan şermezar kirin. Endamê Koalîsyona Demoqrata Sûrîyê, Ebdo Murşîd got: di komkujîya Helebçe da bêdengîya jîyanê em êşandin, em naxwazin kiryarên wiha careke din bê dubare kirin.
“Em bi hêvî ne ku Kurd xwedî hêz bin û careke din ev qirkirin netê dubare kirin. Niha em di demeke dîrokî da ne, hêzeke me heye, dîrok hate guhertin nema faşîzm û dîktator dikarin me biaopînin,” Murşîd got.
Hêjayî bîrxistinê ye, di salên çûyî da rejîma Sûrî qedexe dikir ku welatî dakevin kolanan û vê rojê şermezar bikin, lê tevî wê jî bi hezaran welatî derdiketin û ji alîyê rêjîmê va dihatin binçavkirin û lêdan.
Heta destpêka şoreşa Sûrîyê bi sedan welatî di zîndanên rejîmê da diman, tenê jiber ku komkujîya Helebçe şermezar kiribûn.
***