Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Hilbijartinên Sûrî de Jîyan li Efrînê Bi Aawayekî Normal Derbas Bû


Bazareke Efrînê

Hikûmeta Beşar Esad li herêmê bin kontrola xwe hilbijartinln parlemanê pêk anîn, lê li Kantona Efrînê jî wek herêmên din yên Kurdî ew hilbijartin bi cîh nehatin.

Tersî ku alavên ragihandinê yên rejîmê belav kirin, gelê Efrînê tev li hilbijartnina nebû û jîyana xw eya rojane domand.

Ebdilmecîd Şêxo, serokê berê yê Encûmena Niştîmanîya Kurdî (ENKS) li Efrînê hilbijartinê hikûmeta Sûrî ji Dengê Amerîka re nirxand.

Şêxo dibêje, piştî ewqas xûn rijandin û rejîma Sûrî bi van hilbijartinan dixwaze ji xwe ra bi cîhanê bikene jiber ku ev hilbijartin ne rêwa ne.

“Em bi tundî van hilbijartinan şermezar dikin. Em wek Kurd ne hevkarên rejîmê ne ku tev li hilbijartinên ku ji alîyê wan da hatine têvedan bibin.”

Sîyasetvanê Kurd derheqa helwesta Kurdan ya ser rejîmê jî dibêje, ew bawer nake Kurd piştgîya rêjîmê bikin.

“Tevî ku cudabûn di navbera helwest, pêywendî û piştgirîyê heye, partî û alîyên Kurdî pêywendîyên xwe ligel rêjîmê nakin, berkî bercewndî carna dighînin hev. Ger rejîmek bi şêweyekî demokratîk û îradeyeke navnetewî, rêvebirîyeke nû û xwestekên hemî pêkhateyan pêk bîne, em giş tevê bibin.”

XS
SM
MD
LG