Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Qesra Sipî Ser Îdiayên Karanîna Çekên Kîmyayî li Efrînê Daxuyanî Da


AP’ê ji zarê karbidestekî Qesra Sipî ragihand ku îdiayên ser karanîna gaza kîmyayî li Efrînê ne rast in.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) û medyaya dewletê ya Sûrîyê dîyar kiribû ku Tirkîyê bi çekên kîmyayî êrîşî gundekî Efrînê kiriye û 6 kes birîndar bûne.

Karbidestê Qesra Sipî da zanîn ku wan hay ji îdiayan heye û bang li Tirkîyê kir ku bo sîvîlan baldar be.

Ji nexweşxaneya Efrînê dîmênên kesên ku maskeya oksîjenê dane ber xwe belav bûbûn, lê îdiayên çekên kîmyayî piştrast nebûn.

XS
SM
MD
LG