Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hebûna Gelek Penaberan li Efrînê Sedema Fikaran E


Ji destpêka şerê Sûrîyê vir ve gelek kesên ji herêmên din yên welêt ber vi Efrînê tên. Jiber dirêjbûna şer, ew neçar dimînin ku jîyana xwe li Efrînê didomînin û ew yek jî bandoreke li ber çav li ser jîyana welatîyan dike.

Li gor amarên dawî, pirtir ji 400 hezar welatîyên Sûrî li Efrînê dijîn. Ew hejmara bilind metirsîyekê dixe dilê welatîyên resen, taybetî piştî hejmareke mezin ji Efrînîyan koçberî welatên Ewrupî bûn.

Hatina penaberan di rojeva Efrînê da cîhekî girîng digire. Beşek ji welatîyan hatina penaberan erênî dibînin, jiber ku tevgerek li bazarê da çêdikin, lê nirxê avahîyan, pêdivîyên jîyanê gelek buha bûne.

Pirbûna hejmarê welatîyên li Efrînê dimînin, metirsîyekê li ser pêşeroja vî bajarî dike, jiber ku derfetên Efrînê têr nake ku va hejmarê bilind ji penaberan hembêz bike.

Hebûna Penaberan li Efrînê û Nêrînên Gel
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00

XS
SM
MD
LG