Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêvî Mistefa: Me li Kantona Efrînê Seferberî Ragihandîye


Gundê Hemam li Efrînê
Gundê Hemam li Efrînê

Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku li Efrînê seferberî ragihandine.

Hêvî Mistefa dîyar kir ku dewleta Tirkîyê ‘’bi rengekî hovane’’ ji erd û esmên êrîşê gundên li sînor dike

‘’Tirkîye, piştî ku şerê propaganda û psîkolojîk bi ser neket, bi rêya teknolojî û firokên xwe êrîşî noqtayên sîvîlan dike. Armanca wê tirsandina îradeya gele Efrînê ye û bike ku xelkê Efrînê dev ji xaka xwe berde.’’ Hêvî Mistefa got.

Hêvî Mistefa da zanîn ku gelê Efrînê dixwaze li ber xwe bide û li enîya şer li çeperên şer bisekine.

Hevseroka Kantona Efrînê dîyar kir ku wan karên xwe yên îdarî rawestandîye û tevlî berxwedanê bûne.

Em niha hemî karên xwe yên îdarî radiwestînin û tevlî vê berxwedanê dibin.
Hêvî Mistefa bang li civaka navneteweyî kir ku xwedî li Efrînê derkeve û ji Erdogan hesabê êrîşan bipirse.

XS
SM
MD
LG