Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Tirk Bi Sedan Darên Zeytunên Efrînê Hil Kirin


Efrin

Çavkaniyên taybet jibo pişka kurdî ya Dengê Amerîka dan eşkere kirin ku, hêzên artêşa Tirk, zêdetirî hezar darên zeytonan li gundê Qermîtliq jinavbirine,gund dikeve ser sînorê navbera Efrîn û Tirkiyê.

Welatiyên gundê Qermîtliq di rojên derbasbuyê de, serê sobê dîtine darên wan yên zeytonan hatine hilkişandin û jinavbirin, xelkê gund jibo Dengê Amerîka pişka kurdî dan xuyakirin ku,zêdetirî 30 leşkerên Tirk li dora gund in û gefan li xelkê gund dikin dibêjine wan nabe hun nêzî sînor nebin.

Wek tê zanîn ku, xelkê Qermîtliq mîna piraniya weltiyên Efrînê li ser berhemê darên zeytonan debara xwe dike.

Hêjayî gotinê ye zêdetirî hefteyeke dewleta Tirk herêmên Efrînê topbaran dike û welatiyên gundewarên ser sînor tehdîd dike.​

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:30 0:00

XS
SM
MD
LG