Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efserek Pile Bilind yê Leşkerê Sûrî Hat Kuştin


Efserek Pile Bilind yê Leşkerê Sûrî Hat Kuştin
Efserek Pile Bilind yê Leşkerê Sûrî Hat Kuştin

Ajansa fermîya dengûbasên Sûrî dide zanîn zelamên çekdar li paytextê Sûrîyê, Şamê, efserek pile bilindê leşkerê wî welatî kuştin.

Ajansa dengûbasên SANA radigehîne roja Şemê sê kesên çekdar teqe li Ceneral Îsa el- Xoulî kirin û kuştin demê li devera Rukn-Eddin wî mala xwe cîde dihêla.

Herwesa, raport hene ku şeva borî li paytextî şer li navbera hêzên serhildayî ji Leşkerê Azad yê Sûrî û serbazên hikûmetê hebû.

Şer û alozî li seranserî welatî bilind dibin li demekê de hêzên ewlekarîyê fişara xwe li ser deverên opozisyonê tundtir diken.

Hejî gotinê ye, Televîzyona dewletê ya Sûrî da zanîn, di encama du peqînan de herî kêm 28 kes roja Înîyê li bajarê Helebê hatine kuştin, 235 kesên din jî birîndar bûn.

Armancên peqînan îro, avahîyeke îstîxbaratî û bingeheke ewlekarîyê ya leşkerî bûn. Televîzyona dewletê ya Sûrî, bi gotina wê “terorîstên çekdar” bi encamp danaa wan peqînan tawanbar kir.

Lê, bizavkarên opozîsyonê gotin, hikûmetê ew êrîş plan kirin ku serhildana wan bê qîmet bike.

XS
SM
MD
LG