Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alozî û Pevçûn li Misirê Berdewam in


Alozî û Pevçûn li Misirê Berdewam in
Alozî û Pevçûn li Misirê Berdewam in

Pevçûnên navbera xwepêşanderan û hêzên parastinê bo roja sêyemîn li Misirê berdewam in. Her ji roja Înî vir ve, herî kêm 10 kes hatîne kuştin û bi sedan kes birîndar bûn.

Xwepêşander dixwazin ku artêş bi zûtirîn dem dest ji desthilatê berde.

Di gotarekê de Serokwezîrê Misirî Kemal El Genzûrî got ku xwepêşanderên nuha, tu têkelî bi şoreşa meha Sûbatê nîne. Xwepêşanderan li destpêka vê salê Serok Husnî Mubarek neçar kir ku dest ji desthilatê berde.

Artêşa Misirê radigihîne ku piştî hilbijartina serokekî bo welatî, ew dest ji desthilatê berdide.

XS
SM
MD
LG