Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûn li Misirê Berdewam in


Bi sedema şer û pevçûnên navbera êrîşberan û xwepêşanderan li dervey wezareta berevanî ya Misirê li Qahîre, bi kêmî ve 11 kes hatin kuştin û 50 kesên din birîndar bûn.

Karbidestên parastinê dibêjin ku kesên nenaskirî roja Çarşemê êrîşa xwepêşanderên piranî Îslamî kir. Li roja Şembî vir ve, xwepêşander li dervey avahîya wezareta berevanîyê kom dibin û ji generalên artêşê dixwazin ku dest ji desthilatê berdin.

Li meha Sibata sala 2011’ê, generalan desthilat kontrol kir piştî Serok Husnî Mubarek dest ji serokatî berda.

Dibe ku tundûtûjîyên roja Çarşemê kirîza Misirê aloztir bike, sê heftîyan pêş hilbijartina serokatî ya wî welatî.

XS
SM
MD
LG