Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheka Misrê Cezayê Sêdarekirinê Dide 7 Kesên Girêdayî Dewleta Îslamî


Li welatê Misrê Dadgehekê cezayê sêdarekirinê da 7 Kesan bi tawana girêdana gurûpa terorîst a Dewleta Îslamî li Lîbya.

Fermana îro Şemiyê, doseya van kesan radestî Muftiyê Mezin dike, ku desthilata ayînî ya herî bilind e li welêt, ji bo nerîna xwe li dor van cezayan bide.

Şandina biryarên wiha bo Muftî karekî fermiye di cezayên wiha de.

Dadgehê roja 25 meha 11 destnîşan kir ji bo biryara dawî di deheqê wan 20 kesan de.

Biryar dikare rastî pêdaçûnê bê.

Dadgehê ew kes bi tevlêbûna gurûpeka girêdayî gurûpa Dewleta Îslamî li Lîbya, tawanbar kirin û her bi vehewandina çekan, gurkirina tundûtijiyê û beşdarbûna di serjêkirina 21 karmendên Misrî yên Qubtî de li Lîbya di sala 2015an de.

XS
SM
MD
LG