Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Dibêje Hêzên wê 4 Çekdar li Sînayê Kuştin


Misir dibêje hêzên wê yên ewlekariyê 4 çekdar li nîvgirava Sînayê kuştin.

Wezareta navxweyî got her çar çekdar îro Şemiyê li bajarê el-Arîş di pevçûnekê de li gel polîs hatin kuştin. Wezaretê got polîs tifangên otomatîk û bumbe û teqemenî destser kirin.

Wezaretê got destê wan herçar çekdaran di êrîşa vê heftê ya ser xaleke vekolînê ya polîs hebû, ku desthilatdar dibêjin di encamê de 8 endamên polîs hatibûn kuştin.

Roja Pênşemê berpirsan got hêzên ewlekariyê 14 çekdarên berguman kuştin ku girêdana wan bi êrîşê hebû. Gurûpa Dewleta Îslamî berpirsiyariya wê êrşê ragihandibû.

Şerê çekdarî yê navçeya bakurê Sînayê zêde bû piştî kudetaya leşkerî ya dijî serokê Îslamî yê welêt di sala 2013ê de, û niha ew şer ji aliyê gurûpa girêdayî rêxistina Dewleta Îslamî Daişê ve birêve diçe.

XS
SM
MD
LG