Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir 18 Kesan bi Zîndana Hetahetayê Ceza Dike


Dadgeheke Misrê 18 bergumanên gurûpa Dewleta Îslamî bi zîndana hetahetayê cezakirin ji ber damezrandina şaneyên terorîst ên girûdayî Dewleta Îslamî.

Dadgeha gunehkariyan a Qahîra îro Şemiyê 12 tawanbarên din bi 10 ta 15 sal zîndan ceza kirin bi tawanbariya plankirina êrîşan dijî pêkhateya Mesîhî li bajarê Iskenderiya û êrîşên dijî hêzên ewlekariyê.

Pêdaçûn di derbarê hemî cezayan de dikare bibe.

Bû çend sal in Misir şerê çekdarên Îslamî dike, lê piştî kudetaya leşkerî ya sala 2013an, çekdar bihêz bûn .

Ji wê demê ve dagehan dadgehkirinên mezin li dar xistin û cezayên sêdarekirinê da sedan kes.

Gurûpên mafê mirov bi berdewamî van cezayan rexne dikin û bang li desthilatdarên Misrê dikin ku dadgehkirinên dadmend ji wan re bibin.

XS
SM
MD
LG