Huner dikare rewşa mirov û derdora wî bi awayekî zelal û ron şîrove bike, her wiha jî ew çavê siyem e ji hemû rengên jiyanê, ne tenê ji bo xweşî û ciwanîyê, lê belê ji bo êş û xemgîniyê jî.
Ehmed Qilêç, hunermendekî taybet edi şêwazê xwe de, ku karîbû di serbora xwe ya hunerî de (ji 30 salî zêdetir) bala galîrî, komkar û hezkiryê hunerê bikşîne.
Ji Efrînê, Helebê ta Beyrûtê, Ehmed şêwaza xwe ya rengîn berdewam kir û di bin mijara serekî ji berhmenê xwe re, wî pirsa mirov anî ziman û kêşe û azerên wî.
Rexnevan di derbarî karê wî de dibêjin, Ehmed çavekî zîrek e û destekî behremend e, dizane bê çawa çarîka girîng nîşan bike û bike keval.
Di hemî berhemên Ehmed de, gewdê mirov yan riwê wî heye, ku bi wan êşa veşartî di çavan de diyar dide , yan jî liva gewdan dike pirra din va hestê xwe de û çavên bîneran.
Berî cenga Sûriyê, Ehmed gûmana vî şerî dikir û bi kevalên xwe yên watedar hûçdariya vê cengê dida, nuha ew di nav de ye û rojane vê êşê dişopîne ji studiya xwe ya li Holenda.
Ji ber cenga Sûriyê, li Holenda bûye penaber û li wir berdewamiya hunera xwe dike û mirvekî westiyayî û xemgîn di kevala xwe de çêdike û pêşkêşî bînerên holnedî dike.