Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmedînijad: Îran bi Zûyî Destkevtên Navokîyên Nû Radigehîne


Ehmedînijad: Îran bi Zûyî Destkevtên Navokîyên Nû Radigehîne

Serok komarê Îranê Mehmûd Ehmedînijad roja Şemê dazanîn ku Îran dê bi zûyî destkevtên nûyên navokî rabigehîne.

Rêzdar Ehmedînijad demê li meydana bi navûbanga Tehranê, Azadî, bi helkevta 33 hemîn salvegera Şoreşa Îslamîya Îranê bo qerebalixek xelkê di axivî ew gotin kirin.

Wî got eger Xodê hez bike di nav rojên bihên de cîhan dê hinek destkevtên gelek girîngên Îranê bibîne. Lê serokê Îranê çi pêzanînên zêdetir li ser wî karê navokî nedan.

Rojava pêdagire ku programa navokîya Îranê bi merema êkirina çeka navokî tê pêvebirin. Îran her dem dide zanîn ku program navokîya wê merêmên aştîyane hene.

Amerîka û Yeketiya Ewropa sizayên aborî li ser Îranê tund kirine bo hindê ku Îranê neçar biken vegere ser mêzê danûstandinan li ser wê pirsa navokî.

Rêzdar Ehmedînijad got Îran amade ye bo danûstandinan li gel Rojava û da zanîn ku sizayên aborî wî programa navokî bi dawî naînin.

XS
SM
MD
LG