Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûnên li El Aqsa ya li Orşelîmê Didomin


Dîmenek ji pevçûnên li herema Mizgefta el-Aqsa ya li Orşelîmê

Pevçûnên di navbera xwepêşanderên Filistînî û polîsên Îsraîlî de îro Duşemê li derve û hindurê Mizgefta el-Aqsa ya li Orşelîmê didomin.

Di pevçûnên îro yên li derveyî mizgeftê de, xwepêşanderên Fîlîstînî kevir avêtin û polîsên Îsraîlî jî bombeyên gazê û guleyên plastîkî bi kar anîn.

Pevçûnên îro dema ku Îsraîl salvegera bidestxistina heremek bajer ya di şerê Ereb – Îsraîlê ya di 1967'an de pîroz dike, diqewime.

Îsraîl wê rojê wek 'Roja Orşelîmê' destnîşan dike.

Heyva Sor ya Filistînê got ku di bûyerên îro de heya niha herî kêm 305 Filistînî birîndar bûne û 228 kes ji nexweşxanê re hatine rakirin .

Rewşa saxlemîya çend Filistînîyan giran bûye û hêzên ewlekarîyê ragihand ku 21 polîs birîndar bûne.

El-Aqsa, ku herema sêyan ya herî pîroz ya Îslamê ye, li seranserê meha Ramazanê ya Misilmanan, bûye qada tundûtûjiya li Orşelîmê.

Pevçûnên ku didomin derbarê pevçûnên firehtir de fîkara navneteweyî zêde kir.

Qesra Sipî bang li Îsraîl kiribû ku di "Roja Orşelîmê" de aramîyê ava bîke.

Roja Orşelîmê, pîrozbahîya salane ya girtina Orşelîma Rojhilat û Bajarê Kevn yê bi dîwêr ku bo Misilman, Cîhû û Kristîyan lê dijîn warên pîroz in.

Polîsên Îsraîlê bi armanca sivikkirina rewşê, serdana komên Cîhû ya li qada el – Aqsa ya bo Roja Orşelîmê û ku wek herema perestgehên pîroz yên bo wan girîng e, qedexe kir.

Serokwezîr Benjamin Netanyhu got ku Îsraîl biryardar e ku 'jibo tevahîya kesan azadîya îbadetê û xweşdîtinê' biparêze dema ku 'qanûn û aramîya' li Orşelîmê bidomîne.

Nebîl Ebu Rudeîneh, berdevkê Serokê Fîlîstînî Mehmûd Abbas, 'hêzên dagîrkerên Îsraîlê' li el-Aqsa bi pêkanîna 'êrîşeke hovane' tawanbar kir.



XS
SM
MD
LG