Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Qayde Şaxekê Nû li Hîndistanê Vedike


Rêberê el Qayde Ayman el-Zewahiri dibêje, wan şaxeke xwe li Hîndistanê jî vekiriye.

Zewahiri di vîdyoyeke 55 deqîqî de ku îro Pêncşemê hate weşandin, dibêje pirtir ji du salan e ku ew hazirîya şaxa nû dikin.

“Ev rêxistin îro nehate damezrandin. Ev encama xebata pirtir ji du salan e mucahîdan li hîndistan di bin rêxistinekê civîn.”

Qeyde di rewşa heyî de li Afganistan û Pakistan aktîf e, lê Zawahiri got, niha ewê şerê xwe bibin Hîndistan, Myanmar (Burma) û Bangladeş.

Nîfusa Hîndistan 175 mîlyon e û Misilman 15 ji sedê wê nîfusê pêk tînin. Hîndistan herwiha welatê sisêyan e ku xwedî nîfusa herî pir ya Misilmanan e.

Serokwezîrê Hîndistanê Narendra heta niha ti şîrove li ser daxuyanîya Zewahîrî nedan.

Lê, berdevkekî Partîya Bharatiya Janata ya desthilatdar got, ew fikareke mezin e.

XS
SM
MD
LG