Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR Radigihîne Ku Bajarê Bab bi Temamî Tê Dorpêç Kirin


Hin serhildayên Sûrî li nêzî Bab'ê

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), îro Duşemê radigihîne ku Bab bi temamî hatiye dorpêç kirin.

SOHR'ê da zanîn ku hêzên rejîma Sûrîyê li bakurê wî welatî pêşde çû, vê sibê girekî li başûrê Babê ji dest DAIŞ'ê sitand. Li bakurê Bab'ê jî hêzên dewleta Tirkîyê û serhildayên ku piştgirîya wan dike hene.

Bi vî awayî hemû rêyên ku ji Babê diçin Reqa, ku DAIŞ wek paytexta xwe dibîne, ji alîyê rejîm, serhildayên Sûrîyê û hêzên Tirk ve hatin girtin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku piştî Babê dora Minbic'ê ye, ku di Tebaxa 2016'an ji hêla Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ve ji dest DAIŞ'ê hatibû derxistin. Minbic, li rojhilata Bab'ê ye û 30 kîlometre ji wî bajarî dûr e.







XS
SM
MD
LG