Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mirina Şerafettîn Elçî Bû Sedema Xemgînîyeke Mezin


Parlamenterê serbixwe yê Dîyarbekirê û Serokê Giştî yê Partîya Demokrasîya Beşdar (KADEP)’ê Şerafettîn Elçî, 25’ê Kanûnê roja Sêşemê jiber nexweşîya pençeşêrê, li Enqerê jîyana xwe ji dest da.

Wefata birêz Elçî di nav Kurdan de bû sedema xemgînîyeke mezin.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Demokrasîya Beşdar (KADEP) Nîzamettîn Masgan ji Dengê Amerîka re behsa rojên dawî yên Şerafettîn Elçî kir.

Pismamê Şerafettin Elçî û sîyasetvanê Kurd Haşim Haşîmî ji got “Şerafettîn Elçi emrê xwe jibo çareserkirina pirsa Kurd feda kirîye û rûsipîyê wekî wî di sîyaseta Kurd de kêm in.”

Parlamenterê Dîyarbekirê yê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Altan Tan jî li ser mirina sîyasetvanê Kurd got “Birêz Elçî di hemî emrê xwe de jibo Kurdan xebatan kirîye û mirina wî jibo Kurdan hindabûneke mezin e.”

Cîgirê Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu jî destnîşan kir di vê dema ku rewşa pirsgirêka Kurd xirabtir dibe, pêdivî bi mirovên wekî Şerafettin Elçi hene. Birêz Tanrikulu got “Bi wefata wî valahîyeke mezin di sîyaseta di Tirkîyê de çêbû, taybetî jî di ya Kurdan de.”

Hêjayî gotinê ye ku Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul jibo wefata Şerafettîn Elçî peyama sersaxîyê da. Birêz Gul di peyama xwe de destnîşan kir jibo ku li Tirkîyê biratî û aşitî qayimtir bibe, birêz Elçî her dem hewil daye û jibo welêt xizmetên wî yên pir mezin hene.

Serokwezirê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan jî jibo malbata birêz Elçî peyama sersaxîyê hinart.
XS
SM
MD
LG