Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 3 Salan Elektrîk Vedigere Kobanê


Bendava Tişrîn
Bendava Tişrîn

Çekdarên DAIŞê di sala 2013an de heremeke fireh ji başûrê Kantona Kobanê dagir kir. Ji wan herêman Sirîn û Bendava Tişrîn a ku elektrîka Kobanê û gelek bajarên Sûriya jê tê.

Ji wê demê de, DAIŞê elektrîka Kobanê û deverên ne bin kontrola wan qut kirin û gelê wan herêman di bin şertên giran de dijîyan.

Piştî ku Hêzên Surîya Demokratîk (QSD) Bendava Tişrîn di operesyona xwe ya dawî de rizgar kirin, Desteya Enerjî li Kobanê bi hemî xebatkar û endezyarên xwe ketin liv û tevgereke bilez da ku piştî sê salan ji qutbûnê, elektrîkê careke din vegerînin Kobanê.

Li gor şopandina Dengê Amerîka, ji xebata desteyê re, ta niha 35 KM ji kabloyên elektrîkê yên sereke hatiye amade kirin û kar wê dewam ke ta ku hemî tora elektrîkê li bajar û gundên girêdayî kantonê amade bibe.

Endezyar Mahmud Ehmed dide zanîn ku jiber şerê dijwar, di sala 2014an de zîyaneke mezin gihişte tora elektrîkê û % 80 ji tora elektrîkê li kantonê hatiye rûxandin.

Hêjayî gotinê ye ku Bendava Tişrîn, bendava herî mezin e ku dikeve nav sînorên Rojavayê Kurdistanê. Avakirina wê bendavê di sala 1975an de destpê kir û di sala 2000î de amede bû ku elektrîkê bide gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê û Surîyê.

Piştî 3 Salan Elektrîk Vedigere Kobanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG