Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qralîçe Elizabeth bi Vîrusa Korona Ket


Qesira Buckhingamê ragihand ku testa vîrusa korona ya Qralîçe Elizabeth pozîtîf derketiye.

Li gor daxuyanîya Qesira Buckhingamê, semptomên vîrusa korona yên Qralîçe Elizabeth sivik in.

Qralîçe Elizabeth dê were derman kirin û ew dê di ber re erkên xwe yên ne giran bidomîne.

Prens Charles di rojên borî de cara duyê bi vîrusa korona ketibû û ji hin çalakîyan vekişîbû.

Charles çend rojan berî bi vîrusa korona keve bi Qralîçe Elizabeth re civînek çêkiribû.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dîyar kir ku ew hêvî dike ku Qralîçe Elizabeth demûdest baştir bibe.

Qralîçe Elizabeth ya 95 salî 70 sal in qralîçe ye.

XS
SM
MD
LG