Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresmenê Amerîkî yê Misilman Ellison: DAIŞ Nûnertîya Nirxên Îslamê Nake


Yekemîn Kongresmenê Amerîkî yê Misilman Keith Ellison
Yekemîn Kongresmenê Amerîkî yê Misilman Keith Ellison

Kongresmenê Amerîkî Keith Ellison Mislilmanê yekê ku wek endamê Nûnera Civatan ya Amerîkî hate hilbijartin. Ellison ku nûnerê eyleta Minnesota ye, endamê Partîya Demokrat e.

Ellison peyameke girîng da kanala MBN û tê de kiryarên koma Dewleta Îslamî (DAIŞ) şermezar kir û dîyar kir ku ew nûnertîya ola Îslamê nake.

“Ez bawer dikim ku DAIŞ bi ti awayî nûnertîya nirxên Îslamê nake, lê temsîla kuştinkarî, destdirêjîya namusê, hovitî û zêdegavîyan li hember mirovan dike.”

Ellison dibêje, DAIŞ nirxên Îslamê bi kar tine ku dilsozên nû ji xwe re peyda, lê gelek kes yekser pê dihesin ku tiştên ku ew dikin naşibin ola wan.

“Peywendîya tiştên ku DAIŞ dike bi ola 1.5 mîlyar bawermendên Misilman tune ku her roj îbadeta xwe bi vê olê dikin. Loma kesên ku dixwazin li ser Îslamê pirtir agahî bizain, bila herin li Quranê û li hadîsan binêrin, jiber ku di nav DAIŞê de bersîva wan pirsana tune.”

Nûnerê Misilman yê Kongresê bi berdewamî dibêje, rêka herî baş ya naskirina Îslamê xwendin û lêkolîn e û herwiha şewirîn û hevrexebitîn e ku çareserîyên aştîyane ji kêşeyên herî rê bêne dîtin.”

***

Kerem kin ev jî vîdyoya peyamam Ellison e:

Kongresmen Ellison û DAIŞ
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:51 0:00

XS
SM
MD
LG