Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Nerazîbûna Xwe Dîyar Dike Li ser Giritina Welatîyên Wê li Îranê


Almanya Nerazîbûna Xwe Dîyar Dike Li ser Giritina Welatîyên Wê li Îranê
Almanya Nerazîbûna Xwe Dîyar Dike Li ser Giritina Welatîyên Wê li Îranê

Roja Duşembî, Almanya balyozê Îranê xwaste wezareta derve li Berlînê bo dîyar kirina nerazî bûnê, ku rêk nedaye kes û karên du girtîyên Almanî da biçine serêdana wan bi helkeftina Krîsmisê.

Peyîvdarê Wezareta Derve Stefan Bredohl li Berlînê gote peyamhinêran ku malbatên wan girtîyan çûne Îranê da biçine serêdana wan girtîyan. Belê rêk nedaye wan di ser hindê ra ku çend caran soz dabû ku rêkê bidene wan.

Hefenameya Almanî Bild am Sonntag got ku du karmendên wêk navên wan ne gotîn, çûne Îranê da vekolînê bikin li ser hukmê îdamê ku li ser jinekê danaye û bête recimandin bi tawana zînayê.

Ew li meha deh hatibûne girtin li bajarê Tebrîzê li bakura rojava Îranê. Tehran dibêje her 2 kes bi vîzayên gerîda hatibûne Îranê û çi belgeyên rojnamevanîyê vênebûne.

Heftenameya Bredohl got, ew malbat li Îranê mane, belê li wextekî nêzîk dê vegerine malên xwe. Berî niha her li vê mehê, karbidestekî Îranî gotibû ku Îran li bere daxwaza wan malbata qebûl bike ku rêkê bidinê biçine serêdana wan.

XS
SM
MD
LG