Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

EMA Ser Vaksîna Johnson & Johnson Vekolînê Dike


Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) ragihand ku ew ser mirina jineke ji Belçîka ya piştî karanîna vaksîna vîrusa korona ya Johnson & Johnson bi tîrbûna xwînê û kêmbûna trombosîtan re rûbirû maye lêkolînê dike.

EMA ji Johnson & Johnson xwest ku ser peywendîya karanîna vaksîna vîrusa korona û tîrbûna xwînê lêkolînê bike.

Wê sazîyê ragihand ku ew keys dê tevî keysên din yên ji Slovenya û Belçîka yên ser tîrbûna xwînê were nirxandin.

Li Amerîka berê sê mirinên ku tê texmîn kirin ku girêdayî karanîna vîrusa korona çêbûbûn, lê keysa li Belçîka ya pêşî ye.

Belçîka piştî mirina jina vaksînkirî ya jiber kêmbûna tromboz û trombosîtan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû, karanîna vaksînan bo kesên ji 41’î biçûktir qedexe kiribû.

EMA hefteya borî ragihandibû ku li welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) 1,3 mîlyon kesan vaksînên Johnson & Johnson li xwe dane.

XS
SM
MD
LG