Karbidestên Ezndonezî îro Duşemê ragihand ku di encama lehî û herifîna erdê de heta niha herî kêm 43 kes li herêma Sumatraya Rojava hatine kuştin û 15 kes jî hinda bûne ku lêgerîna wan heta niha didome.
Berpirsê tîma hawarçûn û rizgarkirinê yê Sumatraya Rojava, Abdul Melik ji Reutersê re got ku baranên dijwar bûn sedema lehîyên xurt, herifîna exê û herikîna lavayên sar, ku di encama tevlêbûna xwelîyên volkanîk, paşmayîyên zinaran û avê de çêdibin.
"Baranên dijwar madeyên wek xwelî û zinarên mezin yên ji volkana Marapi kiçandina nava xwe û bûne sedema mirina 43 kesan û hîn 15 kesên din jî hinda ne.
Ajansa rêvebirina felaketên xwezayî, BNPB bi daxuyanîyekê ragihand ku nêzî 200 xanî zîyan dîtine û zevîyên birincê jî di nav de, 72 hektar erd di bin avê de man û herî hindik 159 kesên ji devera Agam ji dibistanên derdor re hatine cîh kirin.
Dîmenên ku BNPB weşandin, nîşan didin ku rê û zêvîyên rizê di bin herîyan de mane û xanî zarar dîtine, parçeyên mezin ji dar û zinaran ketine nav taxan.