Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên Civata Ewlehîyê Hizra Pêşnîyareke Nû Dikin


Endamên Civata Ewlehîyê Hizra Pêşnîyareke Nû Dikin

Endamên Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî hizra pêşnîyareke nû dikin ku xûnrijîna berdewam ya li Sûrîyê biqedîne.

Balyozên Neteweyên Yekbûyî dibêjin, pêşnîyara nû dê jibo hikûmetên wan bêne şandin ku pêdaçûnê li ser bikin, lê hîn ne zelal e ku Civata Ewlehîyê ya 15 endamî pêşnîyarê qebûl bike yan ne.

Tê ragihandin, di bernivîsa pêşnîyara nû de bandora daxwazên Rûsyayê jî cîh digirin.

Endamên Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî, di gera sisêyan ya danûstandinan de roja Pêncşemê ser pêşnîyara Erebî û Ewrupî negeştibûn rêkeftinekê.

Rûsya hevalbendeke girîng ya Sûrîyê ye û di Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî de xwedîyê mafê veto ye.

Rûsyayê soz dabû ku hemî pêşnîyaran red bike ku banga guhartina rejîma Sûrî dikin û rê li ber maytekirineke derveyî vedikin.

XS
SM
MD
LG