Parlemanê Îraqê îro Sêşem kombû piştî endamên Sunnî dawî bi baykotkirina berî mehekê anî wek nerazîbunê li hember îdîayên tengavkirin û tepeserkirina karbidestên Erebên Sunnî ji alîyê hikûmeta bi rêberatîya Şîa’yan.
Renge vegerandina wan jibo kombûnên Parlemanî alîkarîyê biket jibo vegerandina tenahîyê û paldana piroseyê sîyasî bi taybet amadekarîyan jibo kongirekê niştimanî.
Eve naverokê raporta payanhêrê Dengê Amerîka li Baxdayê Goran Tewfîq e.