Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Binavbûna Belemeke Masîgiran li Endonezya Lêgerîna 31 Kesên Hinda Didomin


(Arşîv)

Karbidestên Endozî ragihand ku di binavbûna belemeke masîgiran de herî kêm 4 kes li nêzî girava Borneo hatine kuştin û hewilên lêgerîna 31 kesên hindabûyî didomin.

Karbidestan ragihand ku di nav belemê de 37 kes habûn û tenê 2 kes zindî hatine rizgar kirin.

Berdevikê ajansa rizgarkirinê Iman Saputra ji Reutersê re got ku xebatên wan yên lêgerînê di nav çar rojên were de bidomin, lê pêlên bilind û bayên xurt li pêş xebatên lêgerînê dibin asteng.

Saputra da zanîn ku keştîya masîgiran sê roj berê ji bajarokê Pekalongan ya girava Java bi rê ketibû û wan 35 kes erkdar kirine ku kesên hindabûyî bibînin.

XS
SM
MD
LG