Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona li Endonzeya jî Bilind Dibe


Endonezya îro Duşemê ragihand ku 218 bûyerên nû yên tûşbûna vîrusa korona hatine tomar kirin û ew hejmar ji destpêbûna belavbûna vîrusê ya berî mehekê rêjeya herî bilind e.

Karbidestê wezareta saxlemîyê Ahmed Yurianto ragihand ku hejmara giştî ya pêketîyên korona giheştiye 2,491 kesan.

Yurianto da zanîn ku girêdayî korona 11 mirinên nû hatin tomar kirin û bi giştî kesên ku ji korona jîyanên xwe hinda kirine bûne 209.

Wî bal kişand ku heta niha 192 pêketîyên korona ji wê nexweûîyê filitîne.

XS
SM
MD
LG